Hüseyin Yıldız
22 Tebax 2021•Rojanekirin: 25 Tebax 2021
Barana ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dibare li serê Çiyayê Agiriyê yê ku noqteya herî bilind a welêt e, vegerand berfê.
Çiyayê Agiriyê yê ku 5 hezar û 137 metre bilind e û wekî "banê Tirkiyeyê" tê pênasekirin, ji serî û heya ciyê bi qasî 3 hezar û 500 metreyî bi berfê xemilî.
Li Tirkiyeyê bi piranî berfa salê li Çiyayê Agiriyê dikeve. Li vir barîna berfê wekî pêşxebera zivistanê tê qebûlkirin.
Gelê herêmê piştî ku li serê Çiyayê Agiriyê berf dibare, dest bi tevdîra zivistanê dike.