Huseyîn Ari (53) li ser daxwaz û gefên xanima xwe di nav salek de 63 kîlo da û bedena wî jî ji 70yî ket 50î.
Kîloya Huseyîn Ari ji ber ku li xwarin û vexwarina xwe baldar nebû derket 156an. Li ser vê xanima wî Fatma Ariyê gef lê xwar got ku heke tu lawaz nebî ez ê dev ji te berdim û tu nexweş bikevî jî dê li te miqate nebim.
Ari, li Beşa Obezîteyê ya Navenda Tenduristiya Civakî serpêhatiya xwe ya qelewbûn û jarbûnê ji nûçegihanê AAyê re vegot.
Huseyîn Ari got ku ew qet li xwarin û vexwarina xwe baldar nîne û wiha dewam kir: "Ya rast 15-20 sal berî niha ez qelew bûbûm. Lê min xem nedixwar. Xwarin gelek xweş bûn û min jî dixwar. Ez ketim vî halî. Xanima min jî digot 'ev çi hale, wiha nabe' lê min guh nedida wê jî. Piştre kîloya min ez aciz kirim. Nikaribûm bimeşim, 300 mêtro dimeşiyam aciz dibûm. Xanima min jî dibû ku li min nenêre, heta ji min re got ku tu wiha dewam bikî ez ê dev ji te berdim. Dibe ku henek kiribe; lê ez di bin bandora gotinên wê de mam. Rabûm û çûm navenda tenduristiyê. Li vir dema ez derketim ser baskulê îbareyê nîşan ne da û hemşîreyê ji min re got 'gelo xanima te çawa dev ji te bernade?' Li ser van tiştan min kir rik û ez lawaz bûm."
Ari wiha got: "Min bi alîkariya bijîşk, diyetisyen û psîkologan dest bi rejimê kir û di nav salek de 63 kîlo da. Ez ji xanima xwe hezdikim û dixwazim wê bextewar bikim."
-Fatma Ari "heke jar nebe dê nexweş bikeve"
Fatma Ariyê got ku heke zilamê wê lawaz nebûya dê nexweş biketa û wiha dewam kir: "Diya min nexweş bû, bi salan min li wê nihêrî. Ez aciz bûm û naxwazim cardin li nexweşan binêrim."