İbrahim Atmaca
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Li hin herêmên Stenbolê berf dibare, lê li Balafirgeha Ataturkê di seferên balafiran da astengî çênebû.
Berfê danê nîvro dest pê kir, lê tesîreke neyênî li ser trafîqa esmanî nekir. Balafirên ku datînin û radibin dereng neman.
Ekîbên Dezgeha Meydanên Hewayê ya Dewletê piştî ku berf barî û şûnda li pîstan berf paqij kirin.