Muharrem Delice
06 Tebax 2025•Rojanekirin: 06 Tebax 2025
Li Şarkişlaya navçeya Sêwasê du wesayît li hev qelibîn, 8 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê G.Y. (21) û plaqeya wê 01 CZD 05 e li Taxa Yildirimê li ser Kolana Muhsîn Yazicioglu li wesayîta ku şofêrê wê B.Y. (75) û plaqeya wê 58 TL 480 e qelibî.
Li ser cabdayînê ekîbên tenduristî, agirkuj û polêsan çûn cihê qezayê.
Birîndarên ku di wesayîtê da asê mabûn bi alîkariya polês û ekîbên agirkujê hatin derxistin.
Di qezayê da her du şofêr û Z.E.E. (12), E.E. (14), D.E. (34), Z.Y. (70), M.M. (15) û S.O. (19) birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şarkişlayê.