Önder Beyter
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zozanên ku ji terorê hatin safîkirin, bi kêrî aboriya welat hatin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî, ji 2017an şûnda li 18 parêzgehan (Bitlis, Batman, Mûş, Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Hekarî, Wan, Sêrt, Erzurûm, Ardahan, Erzincan, Qers, Idir, Agirî, Tunceli, Bingol, Elazîz) ji 997 zozanên ku ji ber operasyonên dijî rêxistin û bûyerên terorê hatibûn qedexekirin, 412 jê di encama operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê da ji terorê hatin safîkirin û ji bo çûn û hatin û emilandina welatiyan cardin hatin vekirin.
Li tevahiya welêt li 6 hezar û 370 zozanî 340 hezar û 590 jê xumalî, 48 hezar û 450 jê koçer bi tevahî 386 hezar û 110 welatî bi şixulê xwedîkirina ajelan ra mijûl in.
Li van zozanan 4 milyon û 354 hezar û 965 pez, milyonek û 620 hezar û 430 dewar bi tevahî 6 milyon ajel tên xwedîkirin.