İbrahim Yaldız,Servet Taşdemir,Sabri Yıldırım,Serdar Adıyaman,Mesut Varol,Sayim Harmancı
2023 ж. 31 наурыз•Rojanekirin: 2023 ж. 02 сәуір
Li Wan, Bedlîs, Hekarî û Mûşê berf barî û hin heywandarên ku pezên xwe berdabûn çolê tengasî kişandin.
Li Wanê li deverên bilind baran barî û sibehê jî berfê lê kir.
Ji ber barîna berfê li navçeya Miksê (Bahçesaray) welatiyan berfa li ber xanî û dikanên xwe paqij kir.
- Hekarî
Li Hekariyê ber destê sibehê berfê bandora xwe zêde kir û li navenda bajêr wesaît û dar û ber ji berfê sipî bûn.
- Bedlîs
Li Tetwana navçeya Bedlîsê piştî ba û baranê berfê lê kir.
Li navçeya germahiya hewayê daket û cî bi cî qalindiya berfê zêde bû.
Li navçeya Xelatê jî berf barî.

- Mûş
Li Mûşê li gundê Çengîlliyê ku hezar û 800 mêtro bilind e, welatiyên ku heywanên xwe berdabûn çolê tengasî kişandin.