Haydar Şahin
26 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
Li Gurpinara navçeya Wanê 2 karên bizinkoviyan ên maka wan mirar bibû hildan parastinê.
Welatiyan li çiyê 2 karên bizinkoviyan dîtin û teslîmî ekîbên Midûriyeta Herêma 14an a Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê kirin.
Herdu karik berî bizineke mala dan ku bimêjin û paşê jî birin Navenda Rehabilitasyon û Parastina Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.

Prof. Dr. Lokman Aslanê Midûrê Navendê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di van demên dawîn da li hewzeya Behra Wanê hejmara bizinkoviyan zêde dibe.
Aslan got li herdu karikên hatin dîtin xwedî derketin û wiha pê da çû: "Bizinkovî teslîmî navenda me kirin. Me ji bo wan cî amade kir. Em ê li vê derê xwedî bikin. Piştî demekê jî dîsa emê wan berî çolê bidin."