Nihat Kavşut
26 Hezîran 2020•Rojanekirin: 27 Hezîran 2020
Li Îdirê dîmenên sûsmarê Qefqasê yê ku kêm tê dîtin hat kişandin.
Sûsmarê Qefqasê yê ku li dinyayê li Qefqasya û Herêma Rojhilatê Anadoluyê heye li bintarên Çiyayê Agiriyê di nav zinaran da dijî.
Sûsmarê di sala 2017an da hat dîtin û qeydkirin yek ji wan ajalan e ku wênekêşên tebîetê dixwazin dîmenên wê bikişînin.
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) ku li dorbera Yazlixa li bintara Çiyayê Agiriyê xebatên nûçegihaniyê dikir dîmenên sûsmarê Qefqasê kişand.