13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
HAKKARÎ
Mehmet Akif Bîldiriciyê Midûrê Bajêr ê Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Hekariyê destnîşan kir ku li Yuksekovayê alîkarî dane 8 hezar û 141 malbatên ku ji ber terorê mexdûr bûne.
Li Yuksekovayê alîkariya ji bo malbatên ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê mexdûr bûne dewam dike.
Li navçeya ku piştî 13ê Adarê qedexeya derketina derva hat îlankirin û operasyonan dest pê kir û di 20ê Nîsanê da temam bûn, xebatên ji bo kesên mexdûr bûne dewam dikin.
- "Me alîkarî da 8 hezar û 141 malbatên mexdûr"
Mehmet Akif Bîldiriciyê Midûrê Bajêr ê Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Hekariyê destnîşan kir ku li Yuksekovayê alîkarî dane 8 hezar û 141 malbatên ku ji ber terorê mexdûr bûne.
Bîldiricî diyar kir ku piştî operasyonan xebatên tesbitkirina malbatên mexdûr dest pê kirine.
Bîldiricî diyar kir ku dixwazin pêwîstiyên malbatan tesbit bikin û got ku li Yuksekovayê alîkarî dane 8 hezar û 141 malbatên ku ji ber terorê mexdûr bûne.
Bîldiricî diyar kir ku di çarçoveya xebatan da milyonek û 905 hezar û 54 lire dane hezar û 442 malbatên mexdûr.