13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
ADIYAMAN
Li Adiyamanê (Semsûr) kebaniyên ku piraniya wan 60 salî ne û ji ber sedemên cuda cuda neçûne dibistanê û ji ber hindê jî di jiyana xwe ya rojane da gelekî zehmetyê dikişînin, beşdarî kursên Navenda Perwerdeya Gel dibin û didin nîşan ku ji bo destpêkirina xwendinê temen ne asteng e.
"Xaltîkên" semsûrî şûna ku mîna emsalên xwe li malê rûnin, şûtikan çêkin an jî miqateyî neviyên xwe bin, serê sibehê radibin û berê xwe didin kursa Navenda Perwerdeya Gel û li vir hînî xwedinê dibin.
Jinên semsûrî mîna xwendekarên dibistana seretayî tên ber texteyê polê û bersivê didin pirsên mamosteyên xwe. Herwiha bona ku di jiyana rojane da bi kêrî wan were û bikaribin bi serê xwe fatoreyan razînin, dersa matematîkê jî distînin.
Meqbûle Yaşara 65 salî ku ji 15 kursiyeran yek e, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ji ber ku berê zarokên qîzîn nedişandin dibistanê ew fêrî xwendin û nivîsandinê nebûye.
Yaşarê got ku wê timî xeyal dikir ku hînî xwendinê bibe û wiha xeberda, "Êdî bi saya kursê ez dikarim rojname û pirtûkan bixwînim. Herwiha êdî ez têlefonên mobîl jî asantir diemilînim. Ji ber hindê ez pêşniyazê her kesî dikim ku fêrî xwendinê bibin. Kes bira nexwenda nemîne."
Kursiyer Gulter Muzeyyen Daglaraşara 60 salî jî qala zaroktiya xwe kir û got ku kalik û bavê wê nehiştin biçe dibistanê.
Daglaraşarê destnîşan kir ku ew tê kursê û fêrî xwendin û nivîsandinê dibe û bi xêra vê jî ew êdî karên xwe yên rojane asantir dike û wiha dewam kir, "Armanca min ew e ku piştî 60 saliya xwe ehliyeta erebeajotinê bistînim. Kurs gelekî baş e. Em li vir hînî xwendinê dibin. Êdî ez fatorayên ceyran û avê bi xwe dikarim razînim. Berê nedihiştin zarên qîzîn bixwînin. Ez niha 60 salî me û hînî xwendinê dibim."