26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
4 malbatên ji Sûriyeyê yên ku ji ber şerê li Sûriyeyê revîbûn û xwe sipartibûn Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê û nika di înşaetekê da dimînin û di nav şert û mercên zor da jiyana xwe didomînin.
Ji vir 7 meh berê 4 malbatên ku ji 26 kesan pêk tên ji ber şerê li Sûriyeyê revîbûn di konên xirabe yên li Eqçeqeleyê da jiyana xwe didomandin, bi hatina zivistanê ra malbat di maleke ku hê înşaet e da bi cî bûn.
Derî, pace, ceyran û ava xaniyê ku malbat tê da dimînin tune. Malbat xêncî sermayê jî di tengasiyê da ne û ji welatiyên xweyîxêr û rayedaran alîkariyê dixwazin.
Sûriyeyî ji bo ku sermayê bibire bi betaniyan va deriyên xanî digrin û ditirsin ku zarokên wan bi nexweşiyê bikevin.
Ehmed Ehmedê ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi jin û 8 zarokên xwe va mecbûrî di înşaetê da dimîne û wiha axivî:
"Zarokên min piçûk in û hewa jî sar dibe. Ev dera li gor zarokan nîne. Derî, pace û ceyrana malê tune lê belê emê çawa bikin ciyekê me yê ku em herinê tune. Qaymeqamtiya Eqçeqeleyê alîkariya xurek û kincan da me lê belê têra me nake. Ne sobeya me heye ne jî dar û berên me. Ez ji merivên xwedîxêr dixwazin ku bira zivistanê alîkariyê bidin me."
Necha Ebdilahê jî diyar kir ku mêrê wê bêkar e û ji ber vê di tengasiyê da ne û serma jiyana wan zor dike.