Hüseyin Yıldız
25 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 06 Sibat 2026
IGDIR (AA) - Girên Bûka Baranê yên li Îdirê ji ber berfê çîlspî bûn.
Girên li navçeya Tuzlucayê bi rengên xwe yên cuda yên sor, qehweyî, boz û zer va tên nasîn.
Ji ber ku di van rojên dawîn da li navçeyê berf bar,î ev girên rengîn jî bi berfê nixûmîn û dîmenên xweş derketin holê.
Dîmenên Girên Bûka Baranê yên her ku diçe nav û dengê wan ji hêla turîzmê va zêde dibin ji esman bi dronê hatin kişandin.