İbrahim Atmaca
02 Gulan 2019•Rojanekirin: 03 Gulan 2019
Li Mûşê berf û bagerê rêya gund girt û ekîbên ku ji bo vekirina rê dixebitin, tengasiyê dikşînin.
Li Mûşê berfê nêzî 5 meh berê rêya gundê Cevîzlîdereyê girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rê mehek e bê navber dixebite.
Li herêmê 9 gund û 22 mezre di rêya koma gundên Uçevlerê ra diçin û tên. Rêya Cevîzlîdereyê jî di ji van gundan ra derbas dibe. Di rê da cî bi cî heta 5 mêtreyan berf heye û ekîb rê vedikin.
Şefê ekîba Îdareya Taybet a Bajêr Nazim Demir daxuyanî da rojnamegeran û wiha got, "Me di vekirina rê da pir tengasî kişand. Înşallah heta hefteyekê em ê xwe bigihînin gundê Cevîzlîdereyê. Xebatên me dewam dikin."
Operastorê makîneya kar Celal Tumer jî got ku 5 kîlomêtre ma ew xwe bigihînin gund û ew rojê qasî 500 mêtreyî ancax vedikin.