Gökçe Karaköse
28 Tebax 2024•Rojanekirin: 28 Tebax 2024
Midûriya Herêma 1emîn a Meteorolojiyê hişyarî da ku li aliyê bakur û rojavayê Stenbolê û li derdora tengavê barana gumrah tê payîn, ji ber baranê divê welatî seba lehî û zîpikê baldar bin.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Texmîna Herêma Stenbolê û Hişyariya Pêşda ya Midûriya Herêma 1emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, îro di navbera saet 10.00-15.00î da li aliyê bakur û rojavayê Stenbolê û li derdora tengavê barana gumrah tê payîn.
Di daxuyaniyê da ji bo lehî, birûsk, zîpik, bager, bahoz û tengasiyên çûyîn û hatinê da hişyarî hat dayîn ku welatî baldar û bi tevdîr bin.