Orhan Pehlül
28 Tebax 2024•Rojanekirin: 05 Îlon 2024
Tiriyên Besniyê di nava berên tescîlkirî yên Adiyemanê da cih digire û wekî "Tiriyên Pêxember" jî tê zanîn. Serdema berhevkirina tiriyên Besniyê dest pê kir.
Ev tirî li navçeyên Besnî û Golbaşiyê çêdibin û herî zêde tên hişkirin û wekî mewîj tên xwarin. Goşiyên tiriyan piştî ku ji baxan tên qetandin, ji navê hebên xerabûyî û kefikî jê tên avêtin, paşê bi rûnê zeytûnan û potasyûmê rûn dikin û didin ber tavê ku hişk bibin.
Serokê Odeya Ziratê ya Golbaşiyê Cumalî Aras li ber serê baxê tiriyan daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, li hin derên navçeyê tiriyên pêxember hene.
Ji hilberîneran Hamdî Uçar jî diyar kir ku berhevkirina tiriyên pêxember dest pê kir.
Uçar destnîşan kir, li gorî par xêr û bereketa îsal zêde ye û wiha dewam kir, "Xêr û bereketa îsal rûyê me geş kir. Ev kar deriyê debara me ye. Em serê sibê zû tên û dest bi berhevkirina tiriyan dikin. Em goşî bi goşî diqetînin, paşê hebo hebo didin ber tavê ku hişk bibin."