2016 ж. 17 қазан•Rojanekirin: 2016 ж. 20 қазан
MARDÎN
Li Mêrdînê organên Îlyas Karakayayê (7) ku di nexweşxaneyê de mêjiyê wî sekinî û mir, bexşandin 3 zarokan.
Îlyas Karakaya demek berê ji ber ku di hişê wî de hîdrosefalî (av kom bû) emeliyat bû. Piştî emeliyatê li ser xwe ve nehat, mêjiyê sekinî û ew mir. Maltaba Karakaya ezayên kurê xwe bexşandin 3 zarokên ku temenê wan 11, 12 û 13 salî. Wezareta Tenduristiyê navê van zarokan eşkere nekir.
Doxtor Alî Riza Şeren ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Îlyas 2 roj berê anîne nexweşxaneyê û ew piştî emeliyatê 2 roj di beşa nexweşiyên giran de maye, lê xilas nebûye.
- "Li Mêrdînê yekem care ku organ tên bexşandin"
Şeren wiha got: "Em bi bavê wî û apê wî re der barê bexşandina organan de axivin û wan jî qebûl kir ku ezayên wî bibexşînin. Bi kezeb û 2 gurçikên wî ve 3 nexweş wê baş bin. Ez malbata wî pîroz dikim. Li Mêrdînê yekem care ku eza tên bexşandin û înşallah ev ê ji malbatên din re jî bibe mînak."
- "Xwedê emrekî dirêj bide zarokan"
Muhîttîn Karakayayê bavê Îlyas Karakaya jî got ku ji bo zarokên din nemrin wî organên kurê xwe bexşandiye û wiha axivî: "Xwedê emrekî dirêj bide zarokan. Bila her kes ezayên xwe bibexşîne. Kurê minê ku ji Îlyas biçûktir nexweş e û dikeve diyalîzê. Gurçikên Îlyas ji wî re nebûn, me jî da hinekên din"
- "Em kêfxweş in ku me organên wî bexşandin."
Omer Karakayayê apê Îlyas jî got kuew pir xemgîne ku xwarziyê wî miriye û wiha axivî: "Lê ji ber ku bi saya organên wî 3 can rizgar bûn em kêfxweş in. Bexşandina organan pir giring e. Ew zarok çiqas bijîn Îlyasê me jî wê ewqas bijî. Em kêfxweş in ku me organên wî bexşandin."