Sevim Hatun
2016 ж. 18 қазан•Rojanekirin: 2016 ж. 18 қазан
ERZURUM
Li Erziromê piştî ku pileya hewayê daket hewa sar bû, li herêmê berf dibare.
Li herêmê ji duh ve baran dibarî, piştî baranê bi şev pileya hewayê daket bin sifirê û berf barî.
Bi taybetî li cihên bilind berf barî, ji ber berfê di trafîkê de astengî çêbûn.
Li derbasoka Guzelyaylayê qalindiya berfê gihîşt 10 santîmetreyî.
Li Taxa Karagobeka ser navendê jî berfa demsalê ya ewil barî, herêm spî bû. Darên li devê rê jî bi berfê xemilîn.
Li Qersê germahî ket binê sifirê û berfa salê ya ewil barî.
Navenda bajêr berfê bi şev dest pê kir û heta sibê barî, erd sipî bû.
Germahiya hewayê ji ber ku di bin sifirê da ket dereceyekê berf barî û mirov ketin tengasiyê. Ji ber ku serê sibê jî barî, kesên ku çûn dibistanê û kargehên xwe zehmetî kişand.
Dibe ku berf li bajêr heta nîvro bibare.