İbrahim Atmaca
2019 ж. 20 мамыр•Rojanekirin: 2019 ж. 25 мамыр
Li Ovacika navçeya Tunceliyê zevî bi kulîlka zer va xemilîn.
Kulîlka zer her sal di hefteya ewil a meha gulanê da li ser zeviyên gundên Konaklar, Paşaduzu, Kizik, Çakmakli û Koyungoluya ser navçeyê vedibin û dîmeneke xweş derdixin holê.

Berfa ser çiyayên Munzurê û kulîlk bi hev ra siruştê dixemilînin û ziyaretvanên ku ji bajêr û parêzgehên derdorê tên, hejmetkar dihêlin.
Alî Can Bîşkînê ku li gundê Çakmakliyê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi hatina biharê ra gundê wî rengîn dibe.

Bîşkîn got ku kulîlkên zer gundê wî xweş dikin û wiha dewam kir:
"Ez û kûçikê xwe carinan diçin ji xwe ra nav kulîlkên zer digerin û dileyîzin. Her der zer bûye. Ez bextewar im ku di nav van çîçekan da me û vê hewaya paqij distînim."