BİTLİS - ŞENER TOKTAŞ
Welatiyên navçeya Tetwanê ya li ser Wanê bi pêvajoya çareseriyê, rehet bûn û heta paşîvê li perava golê kêf û şahiyê dikin.
Perava golê bûye wek qada şahiyê, ji aliyekî ve welatî di parkan de kêf dikin, li aliyê din jî ji bo ku aramî û hizûr heye, esnaf kargehên xwe heta paşîvê nagirin.
Mirovên ku ji navçe û bajarên derdorê jî hatine peravê hene û bi hatina wan perav geştir dibe.
Serokê Şaredariya Tatvanê Abdullah Ok diyar kir ku mirov piştî fitarê dikevin kuçe û kolanan û bi van dîmenan navçe geş û xweş dibe.
Serokê Komeleya Karmendên Ciwan a Bitlisê (KMKCB) Cengiz Şahîn jî da zanîn ku bi destpêkirina pevajoya çareseriyê, qeraxê Gola Wanê geştir bû. Şahîn diyar kir ku mirovên navçe û derdorê tên û piştî fitarê li qeraxê golê rûdinên û çayê vedixwin, beşdarê şahiyan dibin. Nifûsa navçeyê 80 hezar e, lê hejmara nifûsê di van mehan de digihêje 130-140 hezarî. Di demên berê de ji ber pirsgirêkên ewlehiyê kes nikaribû di van saetan de li qeraxê golê bigeriya. Lê niha mirov di nav aramiyê de li vir dijîn.