TUNCELİ
Li Tunceliyê welatî ji ber hewaya germ diçin plajên ku li ber Çemên Pûlûmûr û Mûnzûrê û xwe hênik dikin.
Îsal li ser Çemê Mûnzûrê Plaja Kemerebelê û li ser Çêmê Pûlûmûrê jî plaja Karahaydarê hat çêkirin. Gelek welatî xwe avêtin li van plajan.
Plajên li vir ne kêmî plajên Ege û Akdenîzê ne. Kesên ku tên li vir, li ser şezlongan xwe didin ber tavê, voleybola plajê dileyizin û kêfa xîz û tavê derdixin.
Ceyda Çallîya ku li çem xwe hênik dike, diyar kir ku ew ji Kanadayê ji bo betlaneyê hatiye Tunceliyê.
Sîbel Aba jî ragihand ku plajên li vir bajêr dide nasîn û wiha axivî: "Heta sê çar sal berê plajên me tunebûn û ji ber vê em mecbûr diman û diçûn rojavayê. Niha plajên nû vebûn û em ne mecbûr in ku herin derveyê bajêr. Av pir hênik û xweş e. Em li bendê ne ku herkes bê."