Haydar Şahin
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
MARDÎN
Di çarçoveya "Projeya Rojeke li Mêrdînê" ya ku bi destê Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Mêrdînê hat amadekirin da xwendekarên ku li gund û taxan perwerdeyê dibînin birin ger û seyranê.
Xwendekar û mamosteyên Dibistana Seretayî ya Elmabaxçeyê û yên Dibistana Seretayî ya Baxcîlera Artukluyê Yakup Sariyê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ziyaret kirin.
Sari bi xwendekaran ra sohbet kir û ji mamosteyan der barê xwendekaran da agahî sitand.
Piştî ziyaretê xwendekar û mamoste li Mala Mamosteyan a Mêrdînê, Serokatiya Daîreya Çand û Tûrîzmê, Mizgefta Latîfiyeyê, Medreseya Qasimiyeyê û navenda danûstandinê ziyaret kirin.