Fatih Gazioğlu
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2018
KARS
Li Qersê pêşbaziya cirîdavêtinê ya wekî spora bav û kalan tê zanîn dest pê kir.
Cirîd bi sedsalan e li Asyaya Navîn û Anadoluyê tê avêtin. Ev lîstik piranî li gundên Selîma navçeya Qersê di mehên zivistanê da bûye kêf û zewqa herî mezin a gundiyan.
Werzişkarên cirîdê li gundê Lalogluya navçeya Selîmê kom bûn û li ser berfê cirîd avêtin.
Tîmên cirîdê yên Kekeç, Başkoy û Hasbeyê nêzî 2 saetan cirîd avêtin û li ber hev dan.
Cirîd wekî 2 beş hat avêtin. Werzişkaran piştî beşa duyemîn ji bo hesp pariyekî bêhna xwe vedin ew gerandin.
- "Zivistan hat me jî pêşbirkên xwe dan destpêkirin"
Serokê Kulûba Spora Bihespan a Qers Qefqasê Selçuk Başkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî barîna berfê wan dest bi pêşbirkên cirîdê kir. Başkaya got ku ew piranî niha di navbera xwe de dikin û wiha dewam kir:
"Ji bo ku em spora bav û kalan nedin jibîrkirin û hînî ciwanan bikin, em guh nadin berf û sermayê. Hespên me hinekî xam in, divê werin perwerdekirin. Gelek turîstên xwemalî û biyanî tên herêmê. Em ji wan re carn pêşbirkan amade dikin."
Ji werzişkaran Serkan Tekîn jî got ku bi saya vê sporê gundî tên cem hev û wiha axivî: "Em serê sibê radibin û hespên xwe amade dikin. Piştra em hespê xwe siwarî kamyonan dikin û tînin vê sehaya cirîdê. Em hem hespên xwe digerînin û hem jî cirîdê diavêjin. Bi saya vê sporê gundî jî tên cem hev."