Mehmet Dayan
26 Adar 2022•Rojanekirin: 29 Adar 2022
Çukurcaya navçeya Hekariyê ya li ser sînorê Iraqê ye û nifûsê wê 15 hezar e ji kunciyan tehîneke bi navê "Zap"ê çêdike û difroşe û di bazarê da zêde eleqeyê dibîne.
Ji ber av û hewaya wê li navçeyê hêjîr, birinc, henar, xurmeyê Trabzonê û kuncî digihêje.
Bi piştgiriya dewletê 4 sal berê bi navê "Newala Zapê" xebatek hat destpêkirin ku 150 malbatê li ser qadeke mezin dest bi çandiniya kunciyan kir.
26.03.2022 Rewşa navçeya Çukurcayê bi tehînê guherî
Çukurcaya navçeya Hekariyê ya li ser sînorê Iraqê ye û nifûsê wê 15 hezar e ji kunciyan tehîneke bi navê "Zap"ê çêdike û difroşe û di bazarê da zêde eleqeyê dibîne.
Ji destpêkê vir va kunciyê ku 2 hezar û nîv ton bû gihîşt 26 tonan, qaymeqamtî û şaredariyê kuncî kirîn û milyonek pere dan malbatan.
Bi van kunciyan tehîn tê çêkirin û bi navê "Zap"ê ev tehîn tê firotin ku eleqeyeke mezin dibîne.

Qaymeqam Hasan Kurt ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 4 sal berê wan dest bi vê xebatê kir û armanca wan ew e ku xwarin û xurekên herêmî zêde bibin û bên firotin.
Kurt wiha axivî: "Di 2018an da dema me dest pê kir, me 2 hezar û 500 kîlo kuncî ji cotkaran kirî. Niha gihîşt 26 tonan. Ji vê 21 ton tehîn hat çêkirin. Em difroşin bajarên cuda yên Tirkiyeyê û dervayî welêt. Em pêvajoya sertîfîkaya xwarina organîk a kunciyên Çukurcayê didin destpêkirin."