Koma ku ji 100 kesan pêk hatin, li ser înternetê xeber dan hev û li hewşa Qesra Hofbûrgê kom bûn. Her kes bi balifa xwe ve hat qadê kom bû û pişt re balîfan êrîşî hev kirin. Di şerê balîfan de dîmenên balkêş derketin holê.
Ciwanan nêzî nîv saetan bi balîfan li hev xist. Pirî bi balîfan dan bin guhên hev û din, balîfên wan qelişin. Piştî ku balîf çiriyan, pûrta belîfan derket û dîmenên xweşik derketin holê.
Roja Şerê Balîfan ya Navneteweyî ji sala 2008an vir ve tê pîrozkirin.