Serokê Giştî yê Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) Bulent Yildirim rapora xebatê û daxuyaniya ku di bin serenava "Pirsgirêka Kurdan û Pêvajoya Çareseriyê " de amade kir eşkere kir.
Yildirim di civîna ku li Navenda Giştî ya ÎHHyê ya li Fatîhê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku di rapora nû de heyama 2011 û 2014an heye. Yildirim da zanîn ku herî zêde hikûmeta niha piştgirî da hewldanên ku ev çendî sal in ji bo çareseriyê tên dayîn. Yildirim hikûmetê wek "hikûmeteke ku pêşvebûnan dike û çareseriyê dixwaze" bi nav kir û destnîşan kir ku divê ev firsenda ku ji ber van taybetiyan derket neyê paşguhkirin.
Yildirim got ku mijara zimanê zikmakî û bikaranîna navên cihan girîng e û wiha axivî:
"Derket holê ku divê teqez navê Sabîha Gokçenê bê guherandin. Lê belê dema ku ev pêvajo berdewam dike me xwest ku em encamên vê pêvajoyê jî yên li gor gelê kurd û gelên din bibînin. Ev ne tenê mijara kurdan nîne. Ev mijar Rojhilata Navîn eleqedar dike. Ji ber ku Îsraîl ji bo ku bikaribe Mescida Eqsayê xira bike dixwaze ku alema Îslamê di nav xwe de pev biçe. Ji ber vê yekê destê xwe ji mijara kurdan venakêşe."
Yildirim îdia kir ku di rewşa berdest de pêvajoya çareseriyê hem hikûmetê hem jî ji PKKê dibore û da zanîn ku mijar êdî mijara gel e. Yildirim diyar kir ku bûyerên di 6-7ê cotmehê de qîmeta aştiyê nîşan da û wiha axivî: "Ji ber wê yekê gel naxwaze ku bi tu awayî tawîzê bide. Gel dibêje ku 'Hewcehiya me bi çavekî sêyemîn tune'. Çavê sêyemîn gel bi xwe ye. Ji ber wê yekê divê dewlet jî PKK jî bi awayekî eşkere diyar bikin ka çi dixwazin."
Yildirim got ku nêrîna Marksîst a ku PKKyê ew qebûl kiriye dibe sedem ku civakên din ên li herêmê wek reqîbê xwe bibîne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"PKK hemû rêxistinên ku wek şoreşa dijî xwe dibîne tune dike û ev yek jî bi awayekî gelekî tund tetbîq kir. Li Kobanêyê jî li herêmê jî tetbîq kir. Tehdeyî li hemû kesên ku wek wan nafikirin kir. Herî dawî tiştên ku di bûyerên di 6-7ê cotmehê de anîn serê Huda-Parê nayên qebûlkirin. Heke heman zilmê îslamîst an jî komên din li herêmê li ser endamên PKKyê bikirana jî dîsa em ê li dij derketina. Wir ji bo ku her kesê wek wan nafikirin ji xwe dûr bixin zilmeke mezin hat kirin."
-Alî divê heqê xwe li hev helal bikin
Yildirim destnîşan kir ku tekane çareseriya li herêmê biratiya Îslamê ye û wiha axivî: "Bila heqê xwe helal bikin. Lê belê ev helalkirin dê di navbera PKK û dewletê tenê de be? Tiştên ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de û beriya wê anîn serî îslamîstan, helalkirina hemû kuştinan dê bi kê re bê kirin? Heke li herêmê helalkirineke rastî bixwazin mirov nikare qebûl bike ku hevdîtinên di navbera PKK û dewletê tenê de têrê dikin. Divê hemû herêm û alî li hev helal bikin."
-Çareserî biratiya Îslamê ye
Yildirim got ku çareserî di bin banê biratiya Îslamê de kombûn e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji bo me tekane çareserî biratiya Îslamê ye. Ocalan jî ev yek qebûl kir. Divê teqez partiyên din jî tevî pêvajoya çareseriyê bikin. Nekarîn ku bidestketiyên di encama pêvajoyê de tam qise bikin. Wir tenê du partî hene. Ji ber wê em dixwazin ku divê teqez dev ji siyaseta ku li ser xîmên ciyawaziya mezheb û etnikî hatiye avakirinî berdin. Wek mînak em vebûna elewiyan gelek erênî dibînin. Ev pêşvebûn rasterast bi pirsgirêka kurdan re eleqedar e."
-Ji raporê
Yildirim tespîtên xwe yên ku hemû bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di xwe de dihewîne wiha rêz kir:
"Gelê herêmê gotiye ku 'çavê sêyemîn em in'. Pêvajoya çareseriyê ji hikûmetê ji PKKê jî û ji her kesî jî boriye. Pêvajo ya gel e. Gel naxwaze ku di kolanan de dengê çekan bibihîze, gel dixwaze ku dengê zarokên kêfxweş ji kolanan bibihîze. Bila neyê jibirkirîn ku gelê kurd terefê vê pirsgirêkê ye. Pêvajoya çareseriyê di van demên dawîn de hatiye asteke wisa ku êdî nikarin ji geşedanên ku li herêma derveyî Tirkiyeyê diqewimin cuda bê nirxandin û hatiye asteke navneteweyî. Her çiqas bibêjin ku sedemên pevçûn û bêaramiya giştî ya li Rojhilata Navîn ji ber sedemên cuda cuda derdikevin jî di rastiya xwe de sedemê pirsgirêkê heman tişt e. Berdewamiya pêvajoya çareseriyê esas e. PKKyê di 6-7ê cotmehê de nîşan da ku tehemulê tu rêxistineke ji bilî xwe nake. Ji ber pêvajoya çareseriyê li herêmê kêmasiya otorîteyê ya ku asayîş û ewlehiyê pêk bîne derketiye holê."
-Pêşniyazên der barê çareseriyê de
Yildirm piştî tespîtên xwe pêşniyazên xwe yên der barê çareseriyê de pêşkêş kirin.
Yildirim destnîşan kir ku divê destûrê nedin ku heta çek bên bikaranîn û ferz e ku dewlet hemû mafên ku hatine xesabkirin û astengkirin paş ve bên dayîn. Yildirim pêşniyaz kir ku hevdîtina bi hemû aliyên ku nûnertiya herêmê dikin re di pêvajoya çareseriyê de gelekî girîng e.