Sidar Can Eren
11 Nîsan 2023•Rojanekirin: 12 Nîsan 2023
Rêya di navbera Tuncelî-Ovacixê da ji ber ku Çemê Munzurê ji ser ra avêt, hat girtin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku li bajêr ev demek e baran dibare û li ser jiyana rojane jî tesîr dike.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di vê çarçoveyê da tevdîr hatine hildan û ji ber ava Çemê Munzurê ku di navbera 0-60 kîlometreya rêya Tuncelî-Ovacixê da li sê ciyan ji ser ra avêt jî heta biryareke duyemîn rê ji çûn û hatinê ra hat girtin.