Elif Orhan
09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Naîm Suleymanogluyê halterhilgirê şampiyonê dinya û olîmpiyatê yê ku neqla kezeba reş bû ziyaret kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin Serokomar Erdogan piştî ku ji Afyonkarahîsarê derbasî Stenbolê bû çû ba Suleymanogluyê ku hê jî li Nexweşxaneya Memorîal a Ataşehîrê ye.
Serokomar Erdogan ji Serokê Beşa Transplantasyona Azayan û Cerrahiya Giştî yê Nexweşxaneya Memorîal a Ataşehîrê Prof. Dr. Kamîl Yalçin Polat der heqê rewşa Suleymanoglu de agahî sitandin û hat ragihandin gotiye ji ber ku emeliyat baş derbas bûye gelekî kêfxweş e.
Serokomar Erdogan di dema ziyaretê de bi Suleymanoglu re jî bi qasî 20 deqîqeyî sohbet kir. Haltergir Suleymanoglu jî ji ber eleqeya wî spasiya Serokomar Erdogan kir.
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan li Nexweşxaneya Memorîal a Ataşehîrê nexweşên din ên ku neqla kezeba reş bûne jî ziyaret kiriye û ji bo wan şifaya xêrê xwestiye.
Ziyareta ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin û bi qasî saetekî berdewam kir de Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî li gel Serokomar Erdogan bû.
Naîm Suleymanogluyê 50 salî bi teşhîsa sîroza kezeba reş di 25ê îlonê de rakiribûn nexweşxaneyê. Serokomar Erdogan bi rewşa tenduristiya Naîm Suleymanoglu re gelekî eeqedar bibû û ji bo ku pêvajoyê bişopîne bijîşkê xwe yê taybet Prof. Dr. Serkan Topaloglu peywirdar kiribû.