MERSİN
Mersin salê milyonek ton narincan digihîne û ji ber vê jî li Tirkiyeyê di sektora narincan de rêza yekem de ye. Niha ji ber Mîhrîcana 4emîn ya Narincan bajar bi 70 ton narincan ve tê xemilandin.
Armanca mîhricanê ew e ku xwarina narincan zêde bibe û bajar li dinyayê bê naskirin. Ji ber vê amadehî dewam dikin. Li Mersînê qada li Bulvara Adnan Menderes ya Xaçerêya Mezîtliyê ji bo mîhrîcana narincan bi lêmon, porteqal, mandalîna û greyfûrtan ve tê xemilandin.
Şaredariya Mezin a Mersînê, Borsaya Bazirganiyê ya Mersînê, Şaredariyên navçeyên Akdenîz, Yenîşehîr, Toroslar û Mezîtliyê di 16-17ê mijdarê de bi hev re Mîhrîcana 4emîn ya Narincan li dar dixin. Ji 30 welatan 700 hunermendên amator yên folklorê dê beşdarî mîhrîcanê bibin.
60 karkerên jin yên gundî ji bo xemilandina narincan dixebitin. Di mîhrîcanê de ji welatiyan re dê narinc jî bên belavkirin.
Endamê Komîteya Amedekirina Mîhrîcanê Raîf Okutucu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Em bi narincan ve Mersînê dixemilînin ku bila li dinyayê behsa Mersînê bê kirin. Girîngiya vê mîhrîcan her diçe zêdetir dibe. Narincên ku em ji bo xemilandinê bikartînin bala mêvanên me yên ku ji welatên din tên dikşîne. Mîhrîcan dê ji hêla çandinî û nasandinê ve jî ji bo bajêr baş be."