Sevim Hatun
23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 24 Hezîran 2016
BITLÎS
Li Tatwana navçeya Bitlîsê teqemeniya destî ya ku terorîstan di menfezekê da bi cih kiribû, hat teqandin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li ser rêbeja Tatwan-Wanê li 10emîn kîlometreya nêzî gundê Tokaçliyê, qasî tonekî teqemeniyên destî yên ku PKKya rêxistina terorê di menfezekê da bi cih kiribûn hatin tespîtkirin.
Rêbeja ji çûnûhatinê ra hat girtin, tedbîrên ewlehiyê hatin hildan û teqemenî hatin teqandin.
Ji ber şideta teqînê li ser rê çaleke ku kûrahiya wê 4 û firehiya wê 30 metre ye, vebû. Piştî xebatan rê yekalî ji çûnûhatinê ra hat vekirin.
Li herêmê dijî rêxistina terorê operasyonê dest pê kir.