Koleberên ku bi dehê salan e li ser sînorê Îranê û Herêma Kurdistanê li bajarên wek Silêmaniyê û Hewlêrê kelûpelên-eşyayên ticarî dibin û tînin û qûtê malê jê derdixînin, her rojê bi sed derd û belayên jiyanê re rûbirû dimînin û bi rûyê herî tehl ê jiyanê re hevnas dibin.
- Barê dinyayê dikişînin da ku debara malbatê bikin
Hevnasiya koleberan bi zor, zehmetî, cewr, cefa û êşa dinyayê re ji zarokiyê ve destpê dike û ji zarokiyê ve dibine xweyîkerê nifşên pêşerojê.
Wek qedera dûrûdirêj a tehl bextê wan jî ne spî ye û jiyan bi rûyê wan de nekeniyaye. Her demê rastî dirûvê tirş û tehl ê dinyayê hatine û jiyana wan bûye parek ji kesera hebûnê.
Koleber, barê dinyayê dikişînin lê dinya wek siltanekî bêinsaf barên girantir datîne ser pişta wan. Ewan ne bi dilê xwe hilbijartiye ev meslekê rûsar, mirûztirş û dilêş...
- Li sermaya 5 pîle di bin sifirê de li ser çiyayê asê 150 kîloyî bar dikin
Neçariya jiyanê û zerûreta dinyayê ew li van sînorên sar, çiyayên asê, şax û berên tund û sînorê bixetereyan dijî qelibandiye.
Heftiya borî 5 hevalên wan di vê rêya sext û giran de heyata xwe teslîmî axa sar kirin û li rûyê dinyayê yê dûr ji însanê qîriyan.
Li sermaya zivistanê 5 pîle di bin sifirê de koleber barên ku giraniya wan ji 100 heta 150 kîlo ne ji Îranê bar dikin û di wan çiyayên asê yên sext re derbasî Herêma Kurdistanê dikin.
Koleber barê 150 kîloyî tam 5 kîlometreyan li ser pişta xwe dibin û ev rêwîtî nêzîkî seetekê dikişîne.
Deverên ku tê re derbas dibin berfa ji 80 santîmî zêdetir serî radike, rêya wan digire, wan li erdê dixe, bedena wan diqefilîne û wan ji canê wan dike.
Piştî wefata hevalên wan qedexeya karkirinê li ber wan hatiye dayîn lê ew dîsa jî barê xwe li pişta xwe dikin û xwe li mirinê diqelibînin. Lewra ken, girî, daxwaz û hewcehiyên zarokan di ber çavên wan re diçin û tên...
Koleberên ku jimara wan li devera Hacî Umerana Hewlêrê ji 3 hezarî zêdetir e behsa zehmetî û giranbûna karê xwe ji peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re kirin.
- "Em vî karî nekin dê birçî bimînin"
Di dema kişandina fotoyê wan de koleberan aciziya xwe nîşan da û xwestin ku bêne jêbirin, lewra dewletê ev kar qedexe kiriye lê ew mecbûr in bidomînin.
Yek ji koleberan ku nexwest navê xwe bide wiha axivî:
"Eger em vî karî nekin emê birçî bimînin. Li malê 4 zarokên min hene. Ji bajarê Xanê me. Ez di şert û mercên pir dijwar û nexweş de dijîm. Em feqîr û muhtac in. Hejarî û neçariyê ez mecbûr kirime ku bêm li vir çend karton eşya bar bikim."
- Ji 12 heta 70 salî koleber
Barhilgirê barê dinyayê û êşê koleber ji 12 salî destpê dike heta 70 salî, di her emrî de însan hene. Carinan nefesa wan diçike, carinan lingê wan sar dibe, carinan jî ruhê wan dicemide...
Ew ji her çend deqeyekê carekê di bin barê 150 kîloyî de bêhna xwe berdidin û piştre dîsa dikevin rê, ji 5 kîlometre zêdetir rê diçin.
Ne berf, ne baran, ne serma, ne seqem, ne çiya, ne çem û ne jî şert û mercên giran ên sînorê di navbera du dewletan de nabe rêgir li ber muhtaciya wan...