Abdullah Tel
17 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
ÎDIR
Di nav bajarên herêma Rojhilatê Anadoluyê da Îdir bi av û hewaya xwe ya ku dişibe ya Çukurovayê balê dikşîne. Bajar bi xweşî û derfetên di nav xwe da dihewîne bala sporvanên tebîetê û geştyarên meraqdar dikişîne.
Bilindahiya Îdirê ya ji behrê 800 metre ye û çar aliyê wê jî çiya ne. Bajêr bi saya dewlemendî û curbecuriya siruşta xwe ji gerê bigir heta hilkişîna bi kevir û zinaran va ji bo sporvanên tebîetê jî qada antremanê ye.

Li herêmê Çiyayên Mezin û Biçûk ên Agiriyê, Çiyayên Tekeltî, Zor û Canderwêşê hene û ji bo çiyegeran nimetekî mezin e. Ji bo geştyarên siruştê jî zixura Erez, qamirgeha Bulakbaşiyê, rezên Îremê û zinarên Arhacê cihên gerê ne.
Midûrê Spor û Xizmetên Ciwaniyê yê Îdirê Kasim Aydogdu diyar kir ku Îdir bi saya cihê xwe ji gelek sporvanan ra mazuvaniyê dike.

- "Herêmê him ji bo çiyageriyê û him jî ji bo meşa siruştê war e"
Aydogdu destnîşan kir ku tebîeta bajêr bi deşt, zozan û çiyayên xwe ji bo sporên siruştê gelek bi kêr tê û wiha pê da çû: "Di nav sînorên Îdirê da Çiyayê Mezin û Biçûk ê Agiriyê hene. Ji bilî vê gelek çiyayên bilindahiya wan di navbera 2 û 3 hezar metreyî da jî hene. Bajar lideştê ye û ev ji bo ajotina bisiklêtê gelekî bi kêr tê, ji bo siwarî û meş û gelek branşên din jî bajar musaît e."

Rayedarên li bajêr dixwazin ku bila haya geştyar û sporvanan jê hebe ku li herêma Rojhilatê Anadoluyê Îdir bi siruşta xwe, bi xweşî û hewaya xwe û him jî bi derfetên xwe dikare gelek mêvanên ji ber hatina xwe ku wê qet poşman nebin, biezimîne.
Ji hêla din va dema yek bê Îdirê dikare axa çar wetalatan di carekê da bibîne. Lewra ji ber rewşa Îdirê axa Tirkiye, Îran, Ermenistan û Nexçivanê xweş tê dîtin.