Türkan Tosun
18 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê berf û baran bibare û şilope çêbibe.
Li gor agahiya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li giştiyê herêmê hewa wê pir ewrayî be û car caran jî berf û baran bibare. Ji nîvro pê va li Agirî û Îdirê wê berf û baran bi hev ra bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê di navbera 1 û 3 pileyan de zêde be û ba jî wê ji hêla rojavayê bakur va nerm, li der û dora Erzirom û Erzinganê va jî car caran qewî rabe.
Li herêmê germahiya herî kêm a bi şev li Tunceliyê 4 pile, li Erzinganê 2 pile, li Îdir, Erzirom û Agiriyê pileyek, li Qersê sifir pile, li Erdexanê di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê ya herî zêde jî tê texmînkirin ku li Tunceliyê 11 pile, li Îdirê 10 pile, li Erzinganê 7 pile, li Agiriyê 3 pile, li Erziromê 2 pile, li Qersê pileyek û li Erdexanê jî di bin sifirê da sifir pile be.
Li navendên xweşiqitandinê qalindiya berfê li Erxanê 95 santêm, li Palandokenê 64 santêm, li Sariqamîşê 62 santêm, li Yalnizçamê jî 35 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo qeşa, şepe, lehî, mij û dûmanê hişyarî da welatiyan ku baldar bin.
- Li Qersê berf
Li Qersê ji şev pê va berfa ku dibare navenda bajêr bi rengê spî nixumand.
Tîmên şaredariyê û îdareya taybet ji bo berfê paqij bikin dixebitin.
Li navçeya Sariqamîşê qalindiya berfê gihîşte 10 santêman, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê jî bû 15 santêm.
Welatiyan berfa li ber malên xwe paqij kir.