Weqfa Alîkariya Însanî ÎHHyê ji bo 350 malbatên ku di hezaza 2 roj berê li herêma Abî Barîka bajarê Bedexşana Efxanistanê qewimî de zirar dîtin, alîkarî şand.
04 Gulan 2014
BEDEXŞAN
Koordînatorê Herêma Asyaya Navîn a ÎHHyê Orhan Şefîk li gel konvoya alîkariyê hat herêmê û li vir daxuyanî da rojnamegerê AAyê û wiha got: "Me ewil ji bo 350 malbatên ku di hezazê de zirar dîtin pakêta alîkariya lezgîn amade kir. Di van pakêtan de xida, betanî û amûrên pêjgehê hene."
Şefîk destnîşan kir ku wan ewil alîkariya lezgîn gîhand afatzedeyan û alîkariya wan dê bidome.
Hat ragihandin ku ji ber hezazê 350 malbat di bin axê de mane û ji van malbatan nasnameya 255 kesan hat tesbîtkirin.