HATAY
Navenda Weqfa Maf û Azadiyan a Alîkariya Însanî (ÎHH) ya li navçeya Reyhanliyê, alîkariyê didin sûriyeyiyên ji şerê navxweyî yê herêmê revîn.
Şêwirmendê Ofîsa Hateyê yê çapemeniyê yê xebatên Sûriyeyê Bûrak Karacaoglû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xebatên Navenda Lojîstîk a Kordîneya ÎHHyê yên ji bo sûriyeyiyan tên kirin girîng in.
Karacaoglû îfade kir ku ji roja ku şer dest pê kiriye heta niha alîkariyê didin sûriyeyîyan.
Karacaoglû got ku wan ji roja ku şer dest pê kiriye heta niha bi 2 hezar û 150 tirî alîkarî dane sûriyeyiyan û wiha dewam kir. "Di hundirê tirên alîkariyê de xwarin, betanî û potên zarokan hebûn. Ji bilî vana li firna ku me navenda lojîstîk û koordîneyê ya li Reyhanliyê avakiriye de jî nêzîkî 50 milyon nan peht û şand. Em alîkariyê herî zêde dişînin herêmên wek Raqqa, Îdlib, Heleb, Deyr'rezor û Lazkiyê. Ev alîkarî herî zêde şandin herêmên tirkmenan."