Önder Beyter
13 Nîsan 2020•Rojanekirin: 15 Nîsan 2020
Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê 2 gund di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hildan karantînayê.
Lijneya Parastina Tenduristiya Giştî ya Golbaşiyê pêwîstî pê dît ku ji ber şewba Kovîd-19ê tedbîrên nû bên sitandin.
Piştî ku li gundên Gedikli û Karakuyuya Jêr li her yekî testa kesekî pozîtîf derket, biryar hat sitandin ku li her du gundan jî tedbîrên 14 roj karantîna bên cîbicîkirin.
Li ser biryarê, çûyîn û hatina ji bo herdu gundan hat rawestandin û herwiha hêzên ewlekariyê tedbîr sitandin.
