Önder Beyter
19 Gulan 2020•Rojanekirin: 20 Gulan 2020
Li Entaba ku di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da sînordarkirina derketina derva tê sepandin, kuçe û kolan xalî bûn.
Piştî biryara Wezareta Karên Navxweyî ya 4 roj sînordarkirina derketina derva ya ji bo 14 bajarên mezin û Zonguldakê, li Entabê kuçe, kolan û meydan xalî bûn. Di roja dawîn a sînordarkirinê da jî peywirdaran li tevahiya bajêr kontrol pêk anîn.
Li bajêr peywirdar ne tê da tu kes derneket derva û lewma jî trafîqa însan û wesayîtan berjêrî asta herî nizim bû.
Herwiha li bajêr Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê û xaçerêyên Xazî Muhtar, Zanîngeh û Karataşê bedeng in.