Ulaş Güven
2026 ж. 02 сәуір•Rojanekirin: 2026 ж. 06 сәуір
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, asta ava Dehla Nehîlê bi ava baranên vê dawiyê û her wiha tesîra ava belekiyan va zêde bû.
Piştî zivistana dijwar, bi hatina biharê ra baran û her wiha helîna berfê dest pê kir û di encamê da asta çavkaniyên avê yên li deverê zêde bû.
Beşeke mezin a Dehla Nehîlê tijî av bû ku li ser guzergeha çîvikên koçber e û di hemû heyamên salê da mazûvaniya gelek cisnên çivîkan dike.
Li dehla nêzîkî gundên Karabey, Ornekkoy, Yureklî û Kamişliyê, teqalên mezin ên avê çêbûn.