ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci li Ankarayê dê sibê zengilê ewil lêxe. Piştî vê li temamî dibistanên Tirkiyê perwerdeyî û hîndekariya sala 2013an û 2014an bi awayekî fermî dê dest pê bike. 17 milyon xwendekar û 800 hezar mamoste dê dest bi perwerdeyê bikin.
Piştî betlaneya 3 mehan xwendekar û mamoste dê dest bi dibistanê bikin û hetanî 13ê hezîrana 2014an dê perwerdeya xwe bidomînin.
Nabî Avci li dibistana Cahît Zarîf a li Etîmesguta navçeya Ankarayê dê zengilê ewil lêxe û piştî vê li giştiyê Tirkiyê dibistan dê dest bi dersa ewil bikin.