Önder Beyter
18 Îlon 2017•Rojanekirin: 18 Îlon 2017
ŞANLIURFA
Serokwezîr Yildirim: (Xebata rakirina TEOGê) Armanca me ew e ku zarokên me piştî dibistana navîn bi daxwaz û rizaya xwe û herwiha li gorî şiyana xwe lîseyeke guncaw hilbijêrin û dewam bikin."
Serokwezîr Yildirim: "(Guhertina mufredatê) Mufredat li gorî pêdawîstiyên jiyanê û herwiha bi zanyariyên ku di jiyanê da derbasdar in jinûva hat sazkirin. Ev mufredat li gorî standardên navneteweyî yên perwerdeyê hat sazkirin. Bi vê guhertina mufredatê va xwendekar wê bêtir li ser nirxên sereke yên mirovahiyê, hezkirin, rêzgirtin û edaletê hûr bibin û herwiha ev mufredat dîsa bersivê dide pêdawîstiyên beşerî û sosyal."
Serokwezîr Yildirim: "Ji bo ku hûn bikaribin ji stresê xilas bibin û bikaribin dibistana ku hûn dixwazin lê perwerdeyê bibînin emê verastkirinan bikin û bixebitin. Dema we pola 8an xilas kir ji çi re eleqeya we hebe herin li wir. Mesela hûn bibêjin "Ez dixwazim herim dibistana sporê" an "Ez dixwazim bibim zanyar, dixwazim zêdetir matematîk, fîzîk û fenê bîxwînim" herin li wir. Heke tu bibêjî "Ezê bibim edebiyatnas, helbestan binîvîsim, çîrokan binîvîsim" here zanistên civakî bixwîne. Heke tu bibêjî "Ezê bibim alimê dînê, fiqihê hîn bibim, ezê fêrî siyerê bibim" tu jî here lîseya îmam xetîbê. Her kes li ku bixwaze wê here li wir. Ji ber vê di dibistana navîn de wê rê nîşanî we bidin. Kê wê rê nîşanî we bide? Mamosteyên we, weliyên we wê rê nîşanî we bidin."