23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
ANKARA
Ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) va rûniştina ewil a ezmûna hevpar a navendî ya serdema ewil a ku di çarçoveya pergala Bihurîna Ji Perwerdeya Seretayî Bal Hîndekariya Navendî (TEOG) da seba xwendekarên polê 8emîn tê kirin, dest pê kir.
Ezmûn li seranserê welêt li 970 navend, 16 hezar û 235 dibistan, 93 hezar û 342 eywan û li derveyê welêt jî li 7 welat, 14 navend, 21 dibistan û 72 eywanan tê kirin.
Milyon û 190 hezar û 826 xwendekar beşdarî ezmûnê dibin.
Xwendekar di rûniştina ewil a îro da wê pirsên ji dersa tirkî, matematîk, çanda dînê û zanîna exlaqê bibersivînin.
Ezmûn wê du rojan bajo, rûniştin jî wê di saet 09.00, 10.10 û 11.20an da dest pê bikin. Navber jî dê 30 deqîqe be. Ezmûn li hemû navendan wê di heman wextê da pêk bê.