Ekip
21 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2021
Hat ragihandin, li navenda Hekariyê dibistanên ku xwendekarên wan ji dûr tên, li navçeya Yuksekovayê jî hemû dibistan ji ber berfê ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Walîtiyê yê medyaya civakî da wiha hat gotin:
"Bi biryara Walîtiya me va ji ber barîna zêde ya berfê 21ê Berfanbara 2021ê roja sêşemê li navenda parêzgeha me dibistanên ku xwendekarên wan ji dûr tên, li navçeya Yuksekovayê û gundên wê jî hemû dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin."
Li Mutkiya navçeya Bidlîsê dibistan hatin tetîlkirin
Li Mutkiya navçeya Bidlîsê ji ber berf û rewşa hewayê ya nebaş dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya Qaymeqamtiyê hat gotin bi serokatiya Qaymeqam Hasan Huseyîn Uzan civînek hat kirin.
Hat gotin di civînê da biryar hat dayîn ku ji ber berfa ku zêde dibare û ceyrana ku çûye di 21ê çileya pêşîn da hemû dibistanên girêdayî Midûriya Perwerdeya Neteweyî bên tetîlkirin.
Hat destnîşankirin ku jinên ducanî û xebatkarên astengdar jî wê neçin kar.
Li sê navçeyên Wanê tetîla berfê
Li Başqele, Baxçesaray û Çataxa navçeyên Wanê ji ber barîna berfa zêde xwendingeh hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li bajêr rewşa hewayê xirab e.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li Başqele, Baxçesaray û Çataxa navçeyên Wanê ji ber barîna berfa zêde îro xwendingeh hatin tetîlkirin.
Li Sêrtê li 12 dibistanên gundan navbera ji ber berfê
Li Şêrwana navçeya Sêrtê ji ber barîna berfê li 12 dibistanên gundan perwerdeya xwendekarên ku ji dûr va tên hat rawestandin.
Qaymeqam Recep Hasar di daxuyaniya xwe da diyar kir, li navçeyê barîna berfê û şertên neyînî yên hewayê didomin.
Hasar got, lewma jî li gundên navçeyê Cevizlik, Elmadali, Yamaçli, Nallikaya, Oya, Kesmetaş, Ormanbagi, Kayahisar, Ozpinar, Adiguzel û Çeltikyoluyê perwerdeya xwendekarên ku ji dûr tên bo îro hat rawestandin.
Li 4 navçeyên Erziromê ji ber berfê xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin
Li Ezîziye, Çat, Qereçoban û Qereyaziya navçeyên Erziromê ji ber berfê ji bo rojekê navber dan perwerdeyê.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li hin navçeyên bajêr rewşa hewayê ya neyînî tesîra xwe didomîne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber berfê li Ezîziyeyê 32 xwendingehên perwerdeya bi birin û anînê tên dîtin, li Çatê xwendingehên perwerdeya bi birin û anînê tên dîtin, li Qereçobanê xêncî xwendingehên li navenda navçeyê xwendingehên perwerdeya bi birin û anînê tên dîtin, li Qereyaziyê jî tevahiyê xwendingehan ji bo îro hatin tetîlkirin.