Bülent Temiz
15 Adar 2022•Rojanekirin: 16 Adar 2022
Li Karliovaya navçeya Bingolê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê, navber dan perwerdeyê.
Li gorî daxuyaniya Qaymeqamtiyê li navçeyê ji ber zêdebarîna berfê û şert û mercên neyênî yên hewayê, tedbîr hatine sitendin.
Hat ragihandin ku li hemî dibistan û saziyên perwerdeyê yên li navçeyê 15 adarê roja sêşembê tatîl e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku personelên dezgehên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam dê weke bi îzna îdarî bên hesêb.
Li Mûşê ji ber berfa ku zêde dibare dibistan hatin tetîlkirin.
Walîtiyê daxuyand li bajêr rewşa hewayê ne baş e, welatî dibê ji bo mij, şepe û dûmanê baldar bin.
Hat daxuyandin 15ê adarê roja sêşemê ji ber rewşa hewayê li bajêr dibistan hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin xebatkarên astengdar û yên ducanî yên di kamuyê da dixebitin jî wê neçin kar.
Li Agiriyê dibistanên gundên navçeyên Bazîd, Patnos, Taşliçay, Xamûr, Diyadîn û Dutaxê ji ber şertên neyînî yên hewayê ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li herêmê berfeke zêde dibare û lewma dibistanên gundên navçeyên Bazîd, Patnos, Taşliçay, Xamûr, Diyadîn û Dutaxê ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Hat diyarkirin, li van navçeyan ji bo personelê astengdar û yê ducanî yê saziyên qamûyê jî ji bo rojekê îzna îdarî hat dayîn.
Li Qers û Îdirê hin dibistan ji ber berfê îro hatin tetîlkirin.
Li Dîgora navçeya Qersê hemû dibistan, li Qaxizmanê jî dibistanên ku xwendekarên wan ji cihên dûr tên perwerdeyê dibînin rojekê hatin tetîlkirin.
Li Îdirê jî dibistanên gundên cihên bilind ji ber berfê hatin tetîlkirin.
Li Qersê ji ber bagerê li gundên Gulpinar, Alîbeykoy, Mezra, Alîkoçek, Karaçomak, Kervansaray, Pinarbaşi, Taşlica û Kizilkuleyê îro perwerde wê neyê dayîn.