Cüneyt Çelik
20 Adar 2022•Rojanekirin: 22 Adar 2022
Li Qersê ji ber şert û mercên hewayê dibistan sibê hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ji ber ku li tevahiya bajêr berf dibare, hemû dibistan sibê hatin tetîlkirin, astengdar û ducaniyên ku di saziyên qamûyê da dixebitin jî wê sibê destûrgirtî werin hesibandin.
Berf û bagerê rêya 240 gundên bajêr girt.
Hin dibistanên Îdirê îro hatin tetîlkirin
Li Îdirê ji ber berf û bagerê îro dibistanên hin gundan hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr hat dayîn, ji ber rewşa hewayê îri dibistanên hin gundan navber da perwerde û hîndekariyê.
Pêşdibistanên gundên Gurpinar, Alîbeykoy, Mezra, Alîkoçak, Karaçomak, Kervensaray, Pinarbaşi, Taşlica, Kizilkuleyê yên li ser navendê û dibistanên sereke û navîn wê îro perwerdeyê neke.
Ji ber berf û bagerê li navçeya Tuzlucayê jî îro dibistan hatibûn tetîlkirin.