Sidar Can Eren
14 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2022
Li Ovacixê ji ber berfê dibistan tatîl in
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê ji ber zêdebarîna berfê û şert û mercên neyênî yên hewayê sibe dibistan hatin tatîlkirin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Ovacixê de wiha hat gotin:
"Ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê û qeşagirtina bi dû berfê de, li navçeya me 14ê çileyê roja îniyê dibistan hatin tatîlkirin."
Li Qersê ji ber berfê dê dibistan tatîl bin
Li Qersê ji ber zêdebarîna berfê û şert û mercên neyênî yên hewayê li seranserê wîlayetê dê sibe dibistan tatîl bin.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku ji ber zêdebarîna berfê û şert û mercên neyênî yên hewayê li wîlayet û temamê navçeyan, li dibistanên seretayî û yên navendî 14ê çileyê roja îniyê dê tatîl be.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku personelên dezgehên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam dê weke îzna îdarê bên hesêb.