HAKKARÎ
Zanîngeha Hekariyê projeya "Çanda Xwe bi Zimanê Xwe Îfade Bike" amade kir. Di çarçoveya projeyê de xwendekarên Ewropayî dê bên bajar û kurdî hîn bibin.
Di çarçoveya projeya "Çanda Xwe bi Zimanê Xwe Îfade Bike" de dê ji 6 welatên Ewropayê xwendekar bên bajêr û kurdî hîn bibin.
Koordînatorê Şaxa Projeyan û Hîndekarê Zanîngeha Hekariyê Hasan Yildizhan, got ku Bernameyên Perwerdeyê ya Yekîtiya Ewropayê digel Bernameyên Ciwaniyê yê Ajansên Neteweyî piştgiriyê didin projeyê.
Yildizhan, da zanîn ku di çarçoveya bernameyê de, ji Gurcistan, Azerbeycan, Ûkrayna, Romanya, Îtalya û Polonyayê dê xwendekar bên, kurdî fêr bibin û wiha dewam kir: "Xwendekarên zanîngehê dê kurdî hînê xwendekarên ji Ewropayê bên jî bikin. Ew jî dê zimanê xwe hînî xwendekarên me bikin. Armanca me ew e ku em him zimanê xwe belav bikin him jî balê bikşînin ser çanda xwe. Projeya me dê 6 mehan dewam bike. Bi tevahî dê 35 xwendekar bên. Xwendekar dê di meha nîsan an gulanê de bên."