22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
ANKARA
Namzetên ku beşdarî Ezmûna Hilbijartina Personelên Kamuyê (KPSS) bûn wê bikaribin heta 1ê tîrmehê tercîhên xwe bikin.
Li ser malpera înternetê hat daxuyandin ku ji bo hin saziyên kamuyê xebatkar bên hildan, ezmûna KPSSê hat kirin û OSYM wê li gor encama vê ezmunê kesan bi cih bike.
Namzet wê di navbera 22yê hezîran û 1ê tîrmeha 2016an de li ser hesabê OSYMyê tercîhên xwe bikin.
Dema tercîhan wê di 1ê tîrmeha 2016an de di saet 23.59an de dawî bibe. Ev dem wê neyê dirêjkirin.
Namzet wê tercîhên xwe li gor rêbazên rêbera tercîhkirinê ya KPSS-2016/1an bikin.
Dema namzet tercîhan bikin wê bi şifreyên xwe ve bikevin hesabên xwe yên OSYMyê û li ser wir wê bi hejmarên nasnameyê ya TCyê bi kar bînin.