Önder Beyter
05 Tebax 2018•Rojanekirin: 06 Tebax 2018
ANKARA
Di testa mamostetiyê ya Azmûna Bijartina Personelê Qamûyê KPSS - 2018 da ji bo 50 pirsan, 75 deqîqe wext dan namzedan.
Testa mamostetiyê ku bi destê Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) tê kirin, dest pê kir.
Destûr nedan ku ji saet 10.00an şûnda namzed têkevin hundirê bînayên azmûnê.
Di azmûna ku maweya wê 75 deqîqe ye da ji testa zanyariya qadê 40 pirs, ji testa perwerdeya qadê jî 10 pirs bi tevahî 50 pirs ji namzedan tê pirsîn.