Serlêdanên TABM, TABXD û KPSSyê îro dest pê kir û dê heta 14ê gulanê jî bidome. Serlêdan dê li navendên serlêdanê bên pêkanîn. Navnîşana navendên serlêdanê dê li ser navnîşana înternetê ya OSYMyê "www.osym.gov.tr" bên weşandin.
Namzedên ku dê tenê bikevin rûniştina şemiyê ya serê sibehê wê 40 TL bidin. Kesên ku dê bikevin du rûniştinan jî wê 80 TL bidin. Namzedên ku dê bikevin hemû rûniştinan jî wê 160 TL bidin.