14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
RIYAD
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, ji aliyê Qralê Siûdiyê Selman bîn Ebdulezîz ve bi merasimeke resmî hat pêşwazîkirin.

Erdogan dîdarên xwe yên li Behreynê qedandin û ji bo rawestgeha xwe ya duyem di ziyareta welatên Xelîcê de seredana paytextê Siûdiyê Riyadê kir û ji aliyê Qralê wî welatî Selman ve bi merasimeke resmî hat pêşwazîkirin.

Piştî merasima resmî ya li Qesra Yemameyê Qral Selman ji bo rûmeta Erdogan fîravîn da.

Erdogan piştre dê beşdarî hevdîtinên heyetên herdu welatan bibe.