19 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
ÎSTANBUL
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê mitînga alîgirên PKKya rêxistina terorî ya li Frankfurta bajarê Almanyayê de got: "Li navenda Frankfurtê, bi hinceta newrozê ev kes navê newrozê qirêj dikin. Newroz cejna me ye jî. Yanê newroz cejneke ku ew qirêj bikin nîne. Newrozê kirine hincet lê duh 18ê adarê bû, yanê ji newrozê re hê 3 roj mane."
Kalin li kanala CNN Turkê pirsên Hakan Çelîk ên der barê rojevê de bersivandin.
Berdevk Kalin got ku dijminatiya Tirkiyeyê tevgereke biaqil nîne, piştî gelek bûyeran duh li Almanyayê skandaleke din çêbûye û wiha axivî: "Pankart û pîneyên rêxistinên terorê li Frankurtê cih girtin. Hefta borî li ser hewldanên me Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê qaşo gotibû ku ev sembol wê neyên nîşandan. Lê binihêrin duh li Frankfurtê ev bûyer çêdibe. Li navenda Frankfurtê, bi hinceta newrozê ev kes navê newrozê qirêj dikin. Newroz cejna me ye jî. Yanê newroz cejneke ku ew qirêj bikin nîne. Newrozê kirine hincet, lê duh 18ê adarê bû, yanê ji newrozê re hê 3 roj mane. Bi hinceta newrozê bi hemû alayên rêxistina terorê ya cudaxwaz ve hatine. Mijar çi ye? 'Li dijî dîktator mitînga azadiyê' ye."
Kalin destnîşan kir ku dema wan ji rayedarên alman re behsa vê mijarê kirine wan tu bersiv nedaye, ji ber vê wan duh bangî Balyozê Almanyayê kirine û bi awayekî tund ev tevger şermezar kirine.
Li ser pirsa "Hewldanek heye ku PKKê ji lîsteya rêxistina terorê derxin. Ev wisa ber bi gaveke cidî diçe?" Kalin wiha got: "Li hin welatên Yekîtiya Ewropayê hin parlamenter car caran teklîfên wiha dikin, lê niha di asta dewletan, di asta hikûmetan de me tu îşareteke ku vê cidî qebûl bikin nedît."